Sûdanî berbijarê nû Alî Zeydî pêşwazî kir: "Em piştgirê te ne"

Sûdanî berbijarê nû Alî Zeydî pêşwazî kir: "Em piştgirê te ne"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, berbijarê nû yê Serokwezîriyê Alî Falih Kazim Zeydî di meqamê wî de pêşwazî kir. Sûdanî eşkere kir ku ji ber nebûna hevdengiyekê di nava Çarçoveya Hevahengiyê de, wezîfeya diyarkirina navê nû ji bo wî û Serokê Koalîsyona Dewleta Yasa Nûrî Malikî hatibû spartin.

Sûdanî got: "Diyarkirina Alî Zeydî bi lihevkirina min û Malikî pêk hat," û destnîşan kir ku ev nav di nava Çarçoveya Hevahengiyê de bi yekdengî hatiye qebûlkirin. Di hevdîtinê de, Sûdanî piştgiriya xwe ya tam ji bo Zeydî nîşan da û tekezî li ser prensîba radestkirina desthilatê bi awayekî aştiyane û demokratîk kir.

Dawîhatina xitimbûna siyasî li Bexdayê

Çarçoveya Hevahengiyê bi daxuyaniyeke fermî hûrguliyên civîna 27ê Nîsana 2026an a li Qesra Hikûmetê parve kir. Li gorî daxuyaniyê, Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî ji bo vekirina rêya siyasî, ji berbijariya xwe ya Serokwezîriyê vekişiyan. Ev helwesta "fedakârane" ji aliyê pêkhateyên Çarçoveyê ve bi spasiyeke mezin hat pêşwazîkirin û wekî pêngaveke dîrokî ya ji bo derbaskirina krîzê hat nirxandin. Bi vî awayî, Alî Zeydî wekî berbijarê ku dê kabîneya nû ya hemû Iraqiyan temsîl bike hat erkdarkirin daku welat ji nava xefika siyasî derxîne û aramiyê li herêmê peyda bike.