PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir, Iraq wê her tim stûna aramî, ewlehî û bextewariyê bimîne.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ji bo Cejna Netewî ya Iraqê peyamek pîrozbahiyê parve kir.
Sûdanî balkişand li ser wê yekê ku Iraq wê bibe stûna îstiqrar, ewlehî û bextewariya cîhanê û got: Iraq pireke ku şaristanî û çandan li hev dicivîne.
Serokwezîrê Sûdanî diyar kir, Iraqî wê wek her carê li dijî tarîtî û paşverûtiyê rawestin.
Dema ku Brîtanyayê di 3ê Cotmeha 1932an de serweriya xwe ya li Iraqê bi dawî anî, ev roj wek roja neteweyî ya Iraqê hat destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin