Sûdanî û Blinken bi telefonê axivîn

Sûdanî û Blinken bi telefonê axivîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken doh xebatên ji bo bidawîkirina pevçûnên li Şerîda Xezze û Lubnanê nirxandin.

Sûdanî di pêwendiya telefonî ya xwe de ligel Blinken, metirsiya êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser Xezze û Lubnanê û bandora wê li ser ewlehî û aramiya navçe û cîhanê bi giştî nirxand.

Herdu aliyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina hewlên Amerîka û welatên din bo rawestandina şer kirin.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser pêwîstiya kêmkirina bandora şer li ser rewşa mirovî û zêdekirina hewlên ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lojîstîk ji bo sivîl û penaberên li navçeyên nakok.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin