Sûriye dest bi sewqiyata petrola Iraqê kir

Sûriye dest bi sewqiyata petrola Iraqê kir

PeyamaKurd – Sûriye ragihand ku petrola ji Iraqê çûye Sûriyê, di ser lîmana Banyasê de sewq kirine derve.

Cîgirê rêvebirê giştî yê Şîrketa Petrole ya Sûriyê Ahmed Kabakçı ragihand ku sewqiyata ewilî ya fuel-oilê ku ji Iraqê çûye Sûriyê, di ser rafîneriya Banyasê de birine lîmana Banyasê û di rêya deryayê de seq kirine.

Kabakçı got ku sewqiyata ewilî 500 hezar tone û ev di navbera her dû dewletan de destpêka hevkariyê ye.

Babakçı, ragihand ku ew tenê rêya transît girtine ser xwe û destnîşankirina rê û ciyê ku herê, aîdê şîrketa barhilgire.