PeyamaKurd – Şerê navbera Heyet Tehrîr Şaş (HTŞ) û komên çekdarên Artêşa Sûriya Azad (ASA) yên Tirkiye piştevaniya wan dike, li rojavayê Helebê berdewam dike. ASA neçar ma ji gelek deveran vekişe. Li aliyê din îmamê HTŞê fetwaya kuştina wan koman derxist û got, ‘Qetla yên şirka Xwedê bikin wacib e.”
Li gor çavkaniyên herêmî, di 72 saetên dawî de, HTŞê zêdetirî 20 bajarokan xist bin kontrola xwe û koma Nuredîn Zengî neçar maye vekişe qadeke biçûk.
HTŞ niha bajarokên Xan Al-Assal, Kafr Naha û Dart Izza jî di nav de, bajarokên girîng û beşeke mezin a rojavayê Helebê xistiye bin kontrola xwe.
Herwiha hat ragihandin ku desteya Îmamên HTŞê bi fetwayekê fermana kuştina çekdarên wan komên ku berê ligel hev kar dikirin derxistiye û gotiye, “Yên şirka Xwedê dikin, qetla wan wacib e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin