Sûriye | Qemyona cebilxaneyên Îranê hate teqandin

Sûriye | Qemyona cebilxaneyên Îranê hate teqandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Elbûkemal ê parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê, qemyoneke tije cebilxaneyên Îranê ya ji bo milîsan dihat şandin hate teqandin û hejmarek ji milîsan jî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî nûçeya El-Erebiye di qemyona ku hatiye teqandin de, alavên taybet ên moşek û dronên Îranê hebûn û ji bo milîsên girêdayî Îranê dihatin şandin.

Li gorî zanyariyan bi êrîşa esmanî ya Îsraîlê ew qemyona cebilxaneyan hatiye teqandin û hejmareke nediyar a milîsên koma Hêyderiyûn hatine kuştin an birîndarkirin.

Hêjayî gotinê ye, koma Hêyderiyûn û Hizbullaha Lubnanê, ji ser Sûriyê ve çek û cebilxaneyan ji Îranê distînin û ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ti astengî ji wan re nayê derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin