PeyamaKurd – Ajansa Reutersê gotarek li ser hurgiliyên pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan belav kir.
Di gotarê de, hat diyarkirin ku piştî wê hevdîtinê rewşa şerê Sûriyê guherî ye û wiha hat gotin: “Xeteriya ku hêzên Tirkiye û Amerîka li Sûriyê rûbirûyî hev bibin ji holê rabû. Lê di rewşa nû de, xeteriya ku hêzên Tirk ne tenê rûbirûyî hêzên Kurdan, rûbirûyî hêzên rêveberiya Şamê bibin derket holê.”
Reutersê bi zarê rayedarên Tirk ragihand ku Trump ji Erdogan re gotiye: “Ger em leşkerên xwe vekişînin, tu dikarî DAIŞê paqij bikî?” û Erdogan jî bersiva erênî daye ku Trump jî jê re gotiye, “Naxwe tu vî karî bike”.
Li gor Reutersê li ser misogeriyên ku Erdogan dane, Trump ji Şêwirmendê Ewlekariya Netewî John Bolton daxwaz kiriye, xebatên vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bide destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin