Sûriye: "Tevgerên Amerîka û Tirkiyê li Minbicê nayên qebûlkirin"

Sûriye: "Tevgerên Amerîka û Tirkiyê li Minbicê nayên qebûlkirin"

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê nerazîbûna xwe li hember rewşa Minbicê nîşan da û destêwerdanên Amerîka û Tirkiyê li nav axa xwe protesto kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê tevegrên leşkerî yên hêzên Tirkiyê û Amerîkayê li derdora Minbicê şermezar kir.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, bi tundî nerazîbûna xwe li hember tevgera leşkerî ya hêzên Tirkiyê û Amerîkayê li derdora Minbicê nîşan da û da xuyakirin, ku Amerîka û Tirkiyê naveroka peymana Neteweyên Yekgirtî binpê dikin.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku li dijî wê yekê derkeve û destêwerdanên Waşingtonê û Enqerê li nav axa Sûriyê û karûbarên wî welatî de protesto bike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, tê gotin, ku dê hêzên hikûmeta Sûriyê tevahiya axa Sûriyê kontrol bikin û ew dê hebûna wan hêzên biyanî bi dawî bînin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, bi kontrolkirina tevahiya axa welat û derxistina hêzên biyanî, dê serwerî û yekîtiya Sûriyê bê parastin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin