Swêd: Em gavek din nêzîkî endambûna NATOyê bûn

Swêd: Em gavek din nêzîkî endambûna NATOyê bûn

PeyamaKurd – Piştî erêkirina beşdarbûna Swêdê ya ji bo NATOyê di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de, Serokwezîrê Swêdê got, "Em îro gavek din nêzî endambûna tam a NATOyê bûn."

Piştî erêkirina Tirkiyeyê ya ji bo beşdarbûna Swêdê ya NATOyê, Serokwezîrê Swêdê û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström daxuyanî dan.

Serokwezaretiya Swêdê got, “Îro em gavek din nêzîkî endambûna tam a NATOyê bûn. Erenî ye ku Meclisa Tirkiyeyê ji bo endambûna Swêdê ya NATOyê dengê erê da."

Wezîr Billström got, “Parlamentoya Tirkiyê îro dengê erê ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê da. Niha em li bendê ne ku Serokomar Erdogan belgeya erêkirinê îmze bike.”

Billström got, "Swêd wê bibe endameke pêbawer, piştgirî û dilsoz a NATOyê."

Ji 346 parlementerên ku beşdarî dengdana Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ya li ser endamtiya Swêdê ya NATOyê bûn, 287 parlementeran dengê erê û 55 jî dengê na dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin