PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di dema şer de deriyê bicihkirina çekên nukleerî li ser axa Swêdê vekirî hişt.
Kristersson got, "Eger li ser xaka me şerek hebe ku Swêd jî têkevê, wê demê rewş wê bi tevahî cûda be. Wê demê hemû welatên NATOyê wê sûdê ji sîwaneke nukleerî werbigirin, heta ku Rûsya xwedî çekên atomî be."
Kristersson ji Radyoya Sveriges re axivî û tekez kir ku "hemû biryarên li ser xaka Swêdê ji aliyê Swêdê ve tên dayîn."
Kristersson li ser pirseke ku di peymana hevkariya parastinê ya dualî ya ku bi DYA re hatiye îmzekirin de, her çend li Norwêc û Fînlandiyayê di meriyetê de ye, nebûna qedexeya fermî ya çekên nukleerî wiha got: “Me du pêşniyar pêşkêş kirin. Ew dibêjin ku Swêd ragihandiye ku di dema aşitiyê de li ser xaka wê leşkerên bi rêkûpêk û çekên nukleerî nîn in."
Kristersson da zanîn ku di dema şer de nêzîkatî wê bi tevahî cûda be û got, "Welatên demokratîk divê li hemberî welatên ku bi çekên nukleerî gefan li wan dixwin, xwe biparêzin."
Kristersson got, "Armanca endamtiya me ya NATOyê, armanca hemû parastina Swêdê, pêşîgirtina li rewşeke wiha ye. Eger Ukrayna di nava NATOyê de bûya, Rûsya êrîşî wê nedikir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin