PeyamaKurd – Welatê Swîsreyê ji ber serkutkirin û kuştina xwepêşanderên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, dorpêç danî ser 3 fermandar û navendeke Supaya Pasdarên Îranê.
Hat ragihandin ku Swîsreyê, Berpirsê Stada Giştî ya Hêzên Çekdar ên rejîma Îranê Mihemedhusên Baqirî, Berpirsê Dabînkirin û Lêkolînên Wezareta Berevaniya Îranê Hucetulah Qureyşî û Fermandarê Dronan yê Hêza Esmanî ya Supaya Pasdaran Seîd Axacanî xistine nav lîsteya dorpêçan.
Swîsreyê, ji bo wan kesên wekî terorîst bi nav dike, çûnûhatin û bazirganî qedexe kir û dest danî ser hemû heyiyên wan ên darayî.
Herwiha Swîsreyê dorpêç danî ser Navenda Pîşeyên Esmanî ya Şahid a girêdayî Supaya Pasdaran jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin