PeyamaKurd – Li ser derbeya leşkerî ya li Myanmarê îro li bajarê Bagoyê xwepêşandan hatin kirin û hukumetê li hemberê xwepêşandêran çekan bikaranî. Di encamê de ji xelkê herî kêm 80 kes mirin.
Li gor rojnama Independentê; li bajarê Bagoyê li navçeya Ma Ga Dit ê tevî leşker xwestin dawî li xwepêşandanê bînin, xelk dewam kir û bi sîlihan berra ser xelkê dan. Leşker sîlihên giran û bombeyên destan bikaranîn.
Artêşa Myanmarê di 1 ê sibatê de dest danîbû ser rêvebiriyê û temamê hukumetê û rêvebiriya sîvîl xistibû zîndanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin