Navçeya 12 hezar salan 'Heskîf' gav bi gav tê tunekirin

Navçeya 12 hezar salan 'Heskîf' gav bi gav tê tunekirin

PeyamaKurd- Bendava Ilısuyê hêdî hedî digihê Heskîfê. Dema ji bo valakirina çarşiya heskifê hatibû dayîn jî îro bi dawî bû. Hin dikandar neçarman dikanên xwe valabikin hin jî li dij barkirinê dikkana xwe tevî amurê tê de da ber agir.  Navçeya Dîrokî ku emrê wî digihê 12  hezar salan li ber çavê cihanê tê tunekirin. Li ser dîroka Heskîfê bi destê hikûmetê bendava llısuyê hate çêkirin.

Her roja ku derbas dibe ava bendavê digihê hesfkîfê û bajarê kevnar her diça vala dibe.  Welatiyên navçeyê ji ber neçarî malên xwe valakirin û çûn cihê nû ku ji bo wan hatiye avakirin. Li Heskîfa dîrokî tenê cend dikandar mabûn ew  jî ji ber dema valakirinê ku ji bo wan hatiye dayîn bi dawî bû îro dikanên xwe vala kirin. Dikandereke ji ber li cihê nû ku hatiye avakirin cih nedane wî, dikana xwe bi tevî amurên di hûndirê wî de da ber agir. Dikandarê bi navê Alî Aslankılıç nerazîbûnê nîşanda û da got:

" Dikanana min ê ku min bi salan ked dayê ji destê min girtin û tu tişteke nedan min.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin