PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxwaz kir, berî Tirkiyê êrîşî rojhilatê Firatê bike, bila hêzên artêşa Sûrî li ser xeta sînor bêne bicihkirin.
Hesen Ruhanî bang li hêzên Kurdî jî kir ku rê ji hêzên Sûriyê were vekin daku piştevaniya wan bike.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê piştî civîna encûmena wezîran derbarê êrîşa muhtemel ya Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da.
Ruhanî got ku ew fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêwîst e ku ji bo ew fikar ji holê rabin “rêyeke rast” were hilbijartin û wiha pê de çû: “Hikûmeta Tirkiyê têkildarî sînorê xwe yên dikeve başûr metirsiyên ewlehiyê heye û di van metirsiyên xwe de mafdar e. Divê metirsiya Tirkiyê were çareserkirin. Ji bo vê jî pêwîst e rêya rast were hilbijartin.”
Ruhanî destnîşan kir ku ji bo aramiya herêmê rêya baştirîn ew e ku Amerîka ji herêmê vekişe û hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê li wan deveran werin bicihkirin.
Serokomarê Îranê daxwaz ji berpirsên Tirkiyê jî kir, helwesta xwe ya bo rejîma Sûriyê bigiherînin, çimkî helwesta niha ne di berjewendiyên Sûriye, Tirkiye û herêmê de ye.
Ruhanî diyar kir, niha pirsgirêka sereke ne li bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê ye, lê pirsgirêka sereke li Idlibê ye ku hejmareke zêde ya terorîstan li wê herêmê heye û divê Tirkiye jî di vê mijarê de baldartir be ku zirar negihîje welatên navçeyê jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin