Fransa alîkariya mirovî bo xelkê Sûriyê rêkir

Fransa alîkariya mirovî bo xelkê Sûriyê rêkir

PeyamaKurd - Bi rêya balafirxaneya Himêmîm, hikûmeta Fransa 50 ton alîkarî bi qasî 500 hezar dolar gihande Sûriyê û biryar e ew alîkarî li navçeyeke jêr kontrola hikûmetê li derdora Şamê bê parvekirin.

Serokatiya Fransa daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ragihand, ku rêkeftinek di navbera Parîs û Moskovayê de hatiye kirin, daku ev herdû welat bi hev re alîkar bin, bo gihandina alîkariyên mirovî ji xelkê Sûriyê re.

Wek yekem gava praktîkî ya bicihkirina wê rêkeftinê, balafireke bar ji navçeya Şatoro ji Fransa derket û gihişte navenda hêzên Rûsya li Himêmîm ya girêdayê parêzgeha Tertûs a Sûriyê.

Ew alîkarî jî, bi 500 hezar dolar hatine peydakirin, daku alîkariya birîndarên navçeya Xûteya Rojhilat li gundên derdora Şamê bê kirin.

Li gor plana Fransa, dê ev alîkarî ji bo 15 hezar kesan be, ku birînên wan sivik in, di heman demê de jî, ew alîkarî ji bo 500 kesên din jî hatiye şandin, ku birînên wan giran in û metirsî li ser jiyana wan heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin