SOHR: Çekdaren girêdayî Tirkiyê sûnwarên dîrokî yên Efrînê wêran dikin

SOHR: Çekdaren girêdayî Tirkiyê sûnwarên dîrokî yên Efrînê wêran dikin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li London a Brîtanyayê ye, ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve kolanên li cihên dîrokî yên bajarê Efrînê berdewam dikin û şûnwarên olî wêran dikin.

Li gorî SOHRê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê lêkolînên xwe yên li cihên dîrokî yên li herêma Efrînê piştî kolandin û wêrankirina şûnwaran û goristanên olî, zêde kirine û got: “Çekdar bi rêya mezinên li herêmê wan cihan pirs dikin. Vê yekê hin caran bi tirsandina mezinan û hin caran jî bi xapandina wan a dayîna hin tiştên ku ji kolandinê derxin, pêk tînin. Ev yek bi hevkariya îstixbarata Tirk pêk tê ku ew jî karên wan hêsan dikin.”

SOHRê daye xuyakirin, di çend mehên borî de çekdarên girêdayî Tirkiyê xebatên vekolîna şûnwar, kolandin û wêrankirina gorên olî li Efrînê berdewam dikin û bê ser û ber girê Erendê yê dîrokî yê li navçeya Şiyê ya li rojavayê Efrînê kolan û wêran kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku goristana Şêx Hemîd a li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê jî hat wêrankirin.

Xelkê herêmê çekdaran tawanbar dikin ku bi rêya sîxurên Tirkiyê kiryarên kolandinê yên li cihên wêrankirî pêk tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin