Ji AKP bo Bahçeli: Êrîsa ser AYM yê tê vateya neqebûlkirina sîstema hûqûqê

Ji AKP bo Bahçeli: Êrîsa ser AYM yê tê vateya neqebûlkirina sîstema hûqûqê

PeyamaKurd – Cîgirê serokê karên hilbijartinên navendê yê AK partiyê Samir Altunkaynak li ser gotinên serokê MHP ê Devlet Bahçeli ku di derbarê AYM (Dadgeha Destûrê) de serf kiribû bersivê da. AYM îdîanameya di derbarê girtina HDP ê de bi sedema kêmasî tê de hene vegerandibû serdozgeriyê. Li ser vegerandina îdîanameya HDP ê Devlet Bahçeli di derbarê AYM dê gotibû:

“AYM bi serdestiya hûqûqê re ye an çepikvanê kesên veqewtandinê dixwazin? Çawa divê HDP bêgirtin divê AYM bê girtin û girtina wê neyê paşxistin.”

Li ser van gotinên Bahçeli Samir Altunkaynak di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Êrîşa ser AYM yê tê vateya neqebûlkirina sîstema hûqûqê. AYM di çarçoveya qanûna CMK ê xala 174 an de di doza girtina HDP ê de biryara vegerandina îdîanameyê daye. Biryara îadeyê ne biryara dawiye. Piştî her biryara AYM ê, eger di derveyê hûqûqê de êrîş bên kirin, di serî de tê vateya neqebûlkirina sîstema hûqûqê.

Biryara ku AYM daye bo temamkirina îdîanameyê ye ku kêmasî bên temamkirin. Di qanûnan de hatiye destnîşankirin ku çawa bo biryara dadgehan tê îtîrazkirin.

Rexneyên bo biryarên tên dayîn, divê di çarçoveya hûqûqê de be da dadger karibin li gor delîl û qenaetên xwe, li gor wijdana xwe bidin. Piştî serdozgerî delîlên xwe temam bike, wê AYM di esasê de biryara xwe bide. Bila bê zanîn ku dewleta me dewletekî hûqûqê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin