PeyamaKurd – Serokê MHPê Devlet Bahçeli ragihand ku di sala 2017an de derbasî sîstema hukumeta serokkomariyê bûne û got:
“Di pêvajoya pêşiya me de li gor rûhiyeta sîstemê, li ser esasê îstîqrara siyasî û pêşdeçûna demokrasiyê, pêwiste sîstema partiyan û hilbijartinê ji nûh de bixin pergalekî dinê.”
Bahçeli got ku Partiya Özgür Beg û hevalên xwe ava kirine ya YENİ Parti, li gor qeydiyên Yargıtayê partiya 190.em ya siyasiye û weha dewam kir:
“Hedefa Tirkiya bê teror, bi berterefkirina terorê re wê baweriya veberhêneran bi wan bê, pere û alavên ku ji bo têkoşîna li dijî terorê serf dikin divê ji bo perwerdê, tenduristiyê û di sehayên çandiniyê de bên bikaranîn.”
Baçeli got ku ew veqetandinên di nav partiya CHPê de ya bi biryara Mutlaq Bultanê bûye sedema veqetandin, pevçûna navxweyî û naxwazin yekîtiya wan xerab bibe, car bi car tecrubên xwe bi wan re parve dikin, li wan şîretan dikin û weha dewam kir:
“Asta ku niha gihanê, Özgür Beg û hevalên wî YENİ Partiyê ava kirin. Li gor qeydiyên Yargıtayê partiyekî dinê lê zêde kirin û bû partiya 190.em. Her çendîn me nedixwest perçe bibin jî me ji wan re serkeftinê xwest.
Di siyasetê de partiyekî bi exlaq, bi qaîde, bi ast û ji bo Tirkiyê têkoşîne bide, ji bo me bi qiymete. Partiya CHP bi gendelî, bê ûsûlî ket nav patinaja siyasî. Em dixwazin gengeşeyên di nav partiyê de biqedin. Pêdiviya Tirkiyê bi siyaseta paqij heye û em dixwazin bibin destek ji bo vê siyasetê.”