Parêzgerê Kerkûkê li Ankara bi Devlet Bahçeli re hevdîtin kir

Parêzgerê Kerkûkê li Ankara bi Devlet Bahçeli re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê MHPê Devlet Bahçeli li Ankara li navenda MHPê parêzgerê bajarê Kerkûkê yê Turkmen û hem serokê cepha Turkmenên Iraqê Muhammed Seman Ağa qebûl kir.

Bahçeli di hevdîtinê de, bi sedema wezîfa wî ya nû Bahçeli ew pîroz kir. MHP di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Serokê MHPê rêzdar Devlet Bahçeli di meqamê xwe de parêzgerê Kerkûkê rêzdar Muhammed Seman Ağa qebûl kir. Bahçeli, pîrozbahiya xwe û serkeftinê jê re ragihand û cejna Turkmeneli pîroz kir.”

Her dû teref li ser pêşdeçûnên li herêmê û rêvebirina pevajoyên îdarî û rewşa siyaseta Turkmenan ya di Iraqê de gotûbêj kirin.