PeyamaKurd – Balyozê Kirgizîstanê yê Ankara Ruslan Kazakbaev li bajarê Mêrdînê seredana parêzgerê Mêrdînê Tuncay Akkoyun kir. Li gor ragihandina parêzgehê; balyozê Kirgizîstanê û heyeta pê re li baregeha parêzgehê serdana Akkoyun kirin.
Kazakbaev li parêzgehê deftera şerefê îmza kir û paşî seredana parêzger û hem şaredarê bajarê mezin yê Mêrdînê yê bi bi wekalet, seredana Tuncay Akkoyun kir. Akkoyun bi sedema nezaketa seredana balyoz sipasiya xwe ji balyoz re kir.
Kazakbaev jî ji bo mêvanperweriya Akkoyun sipasiya xwe jê re kir.