Balyozê DYAyê yê li Îsraîlê seredana Netenyahu kir

Balyozê DYAyê yê li Îsraîlê seredana Netenyahu kir

PeyamaKurd – Li ser gotinên ku dibêjin serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di êrîşa Îranê de hatiye kuştin, balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee çû seredana Netenyahu. Huckabee ji Netenyahu re got:

“Serok (Trump) ji bo bawer bibe bê tu başî an na, ez hatim seredana te da tu bizanibî.”

Ev nîşan dide ku belê rûdanekî heye û qewimandinekı hatiye serê Netenyahu. Li ser gotina balyozê DYAyê Netenyahu got:

“Belê Mike. Ez dijîm.”

Netenyahu ji berîka xwe kartekî qul derdixe ku tê de navên kesên Îsraîlê kirine hedef û tehdîda nuklerî dikin, hene. Netenyahu ji wan navan hinek jê biriye. Li ser gotinên medyayê ku digotin di dîmenan de 6 tiliyên Netenyahu hene, Netenyahu got:

“Tu dibînî. Wexta me destê xwe da hev, dibînî di her destekî me de 5 tiliyên me hene.”

Netenyahu dema ji berîka xwe kat derdixe, ji balyoz re dibêje:

“Min îro ji kart 2 navan jê bir. Tu dibînî dê divê çend navên din jî ji kart derên”

Ev gotinên Netenyahu weka ku kuştina Ali Laricanî û fermandarê Besicê Gulam Riza Suleymanî îşaret dike hat şirovekirin.

Balyoz Huckabee li ser daxwuyaniyên Netenyahu dibêje ku ev gelek başe û sipasiya Netenyahu dike. Netenyahu dibêje:

“Dibêjin ku piştî Îsraîlê ji ortê rakin, çekên nuklerî pêş bixin û dê xwe bigihînin bajarê Amerîkayê. Em ji wan tundrewan rizgar dibin. Wê nikaribin van kiriyarn bikin. Em ê wan ji ortê rakin.”