PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakûrê Lubnanê, Hîzbullahê tunelan çêkiriye û bo pêşî li êrîşên ku ji tunelan were bigre, Îsraîlê li ser sînor dest bi operasyonan kiriye. Li gor ragihandina artêşê tunelên ku hatine çêkirin, bo ku Hîzbullah di wan de xwebigihîne Îsraîlê hatine çêkirin.
Artêş ragihand ku dibe operasyon bi rojan dewam bike û wê nekevin nava sînorên Lubnanê. Beyana artêşê weha dewam dike:
"Hîzbullah wan tunelan çêkiriye da êrîşê derveyê sînorên xwe bike. Berya ku tunel biqedin û bo Îsraîlê bibe tehdîd, hatine tesbîtkirin. Van tunelan aşkera îhlala hukumraniya Îsraîlêye.”
Eger tehdîd bo Îsraîlê zêdetir bibe, wê Îsraîl karibe heya nava sînorê Lubnanê here.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin