PeyamaKurd- Şerê aboriyê yê navbera Amerîkayê û gelek welatên dinyayê bi tundî dewam dike. Di nava wan welatan de Çîn heye ku wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê dorpêçê danî ser 5 şîrketên wan û wan xiste nava lîsteya reş. Amerîka nehişt ku wan şîrketan malên Amerîkayê yên çîp û yên bi wan re pêwendîdar bikirin.
Amerîka berê jî şîrketa mezin ya Amerîkayê ya bi navê Huawei yê jî di nav de nehiştibû gelek şîrket mal bifroşin û firotina malên wan bi îzna hukumeta Amerîkayê de girêdabû. Li gor ragihandina wezareta Amerîkayê ya bazirganiyê, şîrketên Çînê yên ku xistiye lîsteya xwe ev in: Higon, Sugon, Chengdu Haiguang, Chengdu Haiguang ya teknolojiya mîkro elektrîk û Wuxi Jiangnan ku şîrketa computerêye û bi xwe enstitûye.
Enstîtûyên bi navên Sugon û Wuxi Jiangnan yên compûteran yên Enstîtuya teknolojiyane û di Çînê de yên herî li pêşin. Compûterên Sugonê ji aliyê artêşa Çînê de tên bikaranîn û girêdayê Enstîtûya Wuxi ne ku ew jî girêdayê Erkanî Herb ya Çînê ye.
Şîrketa Higanê li ser teknolojiya mîktocîp, sîstema elektronîk ya zanistê û entegrasyona sîstema komputeran dixebite. Chengdu xwediyê endazyariya çîpên X86 in û hiberîna mikro cîpan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin