El Cedîd: Îsraîlê ji Erdogan daxwaza navbeynkariyê kir!

El Cedîd: Îsraîlê ji Erdogan daxwaza navbeynkariyê kir!

PeyamaKurd - Rojnameya Al-Araby al Jadeed (El Erebî El Cedîd) li ser pêwendiya telefonî ya Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 40 xulekan dom kiriye nûçeyek belav kir.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Serokomarê Îsraîlê ji Erdogan daxwaz kiriye, rola Misirê ya navbeynkariyê bo Hemas-Îsraîlê bigire ser xwe.

Rojnameyê daye xuyakirin ku rêveberiya Tel Avîvê daxwaza navbeynkariyê ji Tirkiyê kiriye û xwestiye di mijarên hesas de cî bistîne.

Herwiha hatiye gotin ku hîn ew îdia ji aliyê Tirkiye, Misir û Filîstînê nehatiye piştrastkirin, lê rayedarekî Tirk ji medya Îsraîlê re axiviye û gotiye, “Tirkiye û Îsarîl ji bo pevguhertina dîlên Îsraîl-Hemasê ev demek e ji bo rol bistîne dixebite.”

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ew mijar îhtimale di hevdîtina hefeteya borî ya Erdogan û Herzog de hatibe rojevê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin