PeyamaKurd – Otobusa cendermeyan ku ji bo pevçûneke navbera gundiyan diçû gundekî Rihayê li barhilgirekê qelibî û 16 cenderme birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, cendermeyên ku diçûn gundekî bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê mudaxeleyî pevçûna navbera gundiyan bikin, qeza kirin û 16 cenderme birîndar bûn.
Hat zanîn ku di bûyera îro qewimî ye de, otobusa cendermeyan li TIRê qelibî ye û 16 cenderme birîndar bûne û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin