PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Ordu yê li navçeya Unyeyê lûle ya xazê derbas dibe û bi sedemeka nayê zanîn lûle teqiya û agir bi xazê ket. Alavên agir gelek bilind bûn û agir bi der û dorê ket. Di encamê de zerar negihaye can lê der û dor zerarê dîne. Camên hinek avahiyan şikestine.
Piştî agir bi ser û dorê ket, tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û agir vemirandin. Niha xebatên cemidandina ciyê agir dewam dikin lê li ber qedandinê ye. Bi sedema xeta xazê ya BOTAŞ ê ye, rêvebirên BOTAŞ ê gotin wê pirsgirêka di nav 24 sietan de hel bibe lê nexweşxane û ciyên weka wê, dê bi xaza hazir bên germkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin