PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 5ê Îlonê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 21 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirine û 829 kesên din jî pê ketine.
Di daxuyaniyê de hat diyar kir ji 829 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketine, 337 kes li Hewlêrê, 84 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê û 352 kes li Duhokê û 27 kes li Helebceyê ne.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji 21 kesên can dane jî 7 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê û 6 li Duhokê ne.
Herwiha di 24 demjimêrên borî de 382 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Amarên giştî wiha ne:
Pêketin: 51077 (Hewlêr: 18813, Silêmanî: 16702, Duhok: 13710, Helebce: 1851)
Mirin: 1847 (Hewlêr: 583, Silêmanî: 934, Duhok: 288, Helebce: 42)
Başbûn: 32378 (Hewlêr: 14811, Silêmanî: 10439, Duhok: 5390, Helebce: 1738)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin