PeyamaKurd – Hûsiyên li Yemenê yên ku li hemberê artêşa dewletê şer dikin, di nav wan de 283 kesên birîndar an yên nexweş ketine, li welatê Ummanê tedawiya wan qediya û çûn Yemenê bajarê Sanayê. Ajansa SANA yê ya bi ser Hûsiyan ve ragihand ku ew kesên tedawiya wan qediyane, li balafirgeha Sanayê ji aliyê endamê Konseya Bilind ya Hûsiyan Muhammed El Hûsî de hatine pêşwazîkirin. Grûbeka dinê bo tedawiyê di heman wextê de bo tedawiyê çûye Ummanê.
Hûsî, li ser ablûkaya balafirgeha Sanayê axifî û got ku dixwazin dorpêçê an ku qedexeya ser balafirgehê rakin û balafir normal herin û werin balafirgeha Sanayê.
Yemenî, bi sedema derfetên wan tinene û Neteweyên Hevgirtî bi sedema ku benzîna balafiran li Yemenê tineye, nikare weka berê di warê tednuristiyê de xizmetê bide û Hûsî tedawiya xelkê bi ser xwe ve, li welatên derve yên weka Ummanê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin