Li Amed û navçeyên wê 'Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan' destpê dikin

Li Amed û navçeyên wê 'Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan' destpê dikin

PeyamaKurd - Di meha tîrmehê de hefteyek li navenda Amedê û navçeyên wê dê çar fîlm bêne nîşandayîn. Bi navê "Rojên Fîlmên Gerok A Jinan" roja 13yê mehê li Farqînê çalakiya nîşandayîna fîlman dê dest pê bike.

Şaredariya Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê bi hev re çalakiyê lidar dixin. Di vê çarçoveyê de 4 fîlmên ku bi tirkî ku derhênerên wan jin in têne nîşandayîn.

Nîşandayîna fîlman 13yê mehê dê li Farqînê dest pê bike û 19ê mehê li navenda Amedê dê bi dawî bibe. Fîlm êvarê saet 20.30an têne nîşandayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin