PeyamaKurd – Hevsera Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtî ye, Başak Demirtaş li ser Twitterê bal kişand ser serdana Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano û daxwaz jê kir serdana Diyarbekirê jî bike daku rewşê ji wan jî guhdar bike.
Başak Demirtaş di nameya xwe ya li ser twitterê de dibêje, “Rêzdar Span te li Tirkiyê hevdîtin bi Serokomar û rayedarên hikûmetê yên biryarên dadgeha we bicih nayînin re kirin. Herî dawî jî dibînim ku te serdana qeyûmê Mêrdînê û Serokên bajaran ên AKPê re hevdîtin kirine. Mêrdîn cîrana Diyarbekirê ye. Heger bibî mêvanê min, ez di serî de dixwazim dozên li DMME yên hevserê min Selahettîn Demirtaş û siyasetmedarên HDPê ji cenabê we re vebêjim.”
Demirtaş di dawiyê de jî dibêje, “Bawerim derfeta we çêbûye hûn helwesta rayedaran baş fêr bibin. Ji bo rewşê ji me jî guhdar bikin, tenê saetekê ji min re terxan bikin bes e. Dixwazim bi mêvanperweriya Diyarbekirê cenabê we biezimînim. Ligel rêzên xwe.”
I invite Mr. Spano, President of the ECtHR, who met the Turkish President and government officials, to visit Diyarbakır. @echr_cedh pic.twitter.com/VW8BNvaHRv
— Başak Demirtaş (@Basak__Demirtas) September 6, 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin