Fermandarê nû yê operasyonên hevbes li Bexdayê dest bi kar kir

Fermandarê nû yê operasyonên hevbes li Bexdayê dest bi kar kir

PeyamaKurd – Piştî êrîşên xwekujî yên li meydana Teyaran a Bexdayê Ehmed Selîm ji aliyê serokwezîr Mistefa Kazimî ve wekî Fermandarê operasyonên hevbeş ên Bexdayê hatibû destnîşankirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Bexdayê ragihand ku Ehmed Selîm îro 24ê Çile bi merasîmekê dest bi kar kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî teqînên Bexdayê, ji ber valahiya ewlekariyê û erka xwe bicih neanîne hejmarek berpirsên ewlehiyê ji kar dûr xistibû û li şûna wan kesên nû destnîşan kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin