Talîban êrîs kir: 42 kustî

Talîban êrîs kir: 42 kustî

PeyamaKurd- Talîban li du bajarên Afxanistanê êrîş kir ser qereqolên leşkerî û di encamê de 42 kes ji hêzên asayîşê kuşt. Hukumeta Afxanistanê biryara agirbesê heya 20 ê hezîranê dabû lê Talîban bo 3 rojên Remezanê biryarê dabû.

Çekdarên Talîbanê li bajarên Afxanistanê yên bi navên Herat û Qûndûzê êrîş birin ser qereqolên leşkerî. Ji 42 kuştiyan 25 ji wan cerdevanin û 17 kes jî leşkerin. Li gor ragihandina berdevkê bajarê Heratê Ceylanî Ferhad, li bajarê Heratê li navçeya Zawûlê, li gundê Ezîz Abadê, di êrîşa ser qereqolê de 17 leşker hatine kuştin.

Di dema êrîşê de 8 endamên Talîbanê hatine kuştin û 10 ji wan birîndar bûne.

Qeymeqamê Qale-î Zalê ku bi ser bajarê Qundizê ve ye, Emanuddîn Qureyşî ragihand ku Talîban di heman demê de êrîş biriye ser 4 qereqolan û 25 cerdevanan kuştine. Di êrîşê de ji Talîbanê 8 kes hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin