PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Hikûmeta Demkû ya Talîbanê li Afganistanê ragihand ku wan dest bi damezrandina artêşeke fermî kiriye.
Wezaretê daye xuyakirin ku komîteyeke ji 20 kesan pêk tê hatiye avakirin û wê di bin banê wezareta berevaniyê de xebatan bo damezrandina artêşê bike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê artêşa bê demazrandin di çarçoveya sîstema dewleta îslamî de be û ji aliyê kesên herî dirust û pêbawer ve di demeke herî nêzîk de were damezrandin.
Herwiha hatiye gotin ku wê artêşa bê demazrandin ewlehî û aştiya gelê Afgan biparêze, lê derbarê hejmara leşkerên artêşê de ti hurgilî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin