Televîzyona Îranê: Di çalakiyan de 41 kes jiyana xwe ji dest dan

Televîzyona Îranê: Di çalakiyan de 41 kes jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku çalakiyên li ser keça Kurd Mahsa Emînî ya 22 salî ku ji aliyê polîsê exlaq de hatibû kuştin, destpêkiribûn, jimara candayiyan gihaye 41 kesî.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li seranserê Îranê di protestoyan de 41 kes can dane ku di nav wan de polîs, mîlîsên Becîk jî hene. Di dewama nûçeya televîzyonê de hat ragihandin ku wê rêvebirên Îranê li  ser jimara miriyan a li seranserê Îranê ragihandinan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin