Temelli bersiva Erdogan a ‘PKK û HDP yek in’ da

Temelli bersiva Erdogan a ‘PKK û HDP yek in’ da

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ên, ‘HDP û PKK yek in’ axivî û got, neçariyek di bin wan gotinan de heye.

Erdogan di weşana TRTê de şeva borî gotibû, “HDP û PKK-YPG-PYD heman tişt in”.

Sezai Temellî di weşana Arti TVyê de bersiva Erdogan da û got ku HDP partiyeke demokratîk a siyasetê dike ye û da xuyakirin, “Êdî em hatine wê astê ku Serokomar hemû erk û berpirsiyariyên xwe dide aliyekî û partiya sêyemîn a parlamentoyê ya yasayî û demokratîk ku nêzî 7 milyon deng wergirtine bi awayekî bêpîvan sûcdar dike.”

Temelli got ku di tawanbarî û darizandinên hevalên wan de, ti delîlek nîne û ev êrîşkarî nîşaneya acziyeta ku ketine navê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin