PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxêr Xalîbaf diyar kir ku Îran wê li hember êrîşên Amerîkayê bersivê bide û got, "Tengava Hurmuzê tenê bi destûra Îranê ve tê vekirin, ne bi gefên Amerîkayê."
Rêveberiya Tehranê bi tundî bertek nîşanî êrîşên dawî yên Amerîkayê yên li ser Îranê da.
Îro (9ê Tîrmeha 2026an) di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, Xalîbaf diyar kir ku Amerîkayê hîn fêr nebûye ku zorbazî û niyeta xerab bê ceza namîne û got, "Bi eşkereyî, heke hûn êrîş bikin, hûn ê bersivekê bistînin."
Xalîbaf tekez kir ku her ku Amerîka bêtir têdikoşe, ew ê kûrtir biçe û got, "Tengava Hurmuzê tenê bi destûra Îranê ve tê vekirin, ne bi gefên Amerîkayê."
Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî jî bi bîr xist ku rêberê olî yê berê yê Îranê Elî Xamineyî, ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, ji Îranê re fêr kiriye ku "ji Amerîkayê netirsin" û hişyarî daye Amerîkayê ku "ji Îranê li benda şîmaqeke dijwar bin".