TEPAV rêjeya HDPyiyên ku dengê xwe dane Îmamoglu askere kir

TEPAV rêjeya HDPyiyên ku dengê xwe dane Îmamoglu askere kir

PeyamaKurd – Di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê de 911 hezar HDPyî dengê xwe daye namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu. 483 hezar MHPyî jî dengê xwe daye namzedê AKPê Binali Yildirim.

Li gorî rapirsiya Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriya Tirkiyê (TEPAV) ku bi tRanalyticsê dayê çêkirin, li encamên 24ê hezîranê û 31ê adarê hatiyê nihêrin. Li gorî wê yekê HDPê piştgiriya CHPê û MHPê jî piştgiriya AKPê kiriye.

Li gorî encamên rapirsiya navborî namzedê CHPê) Ekrem Îmamoglu 4.16 milyon deng wergirtiye. Ji vana 2 milyon 146 hezar jê CHPyî ne, 911 hezar HDPyî, 657 hezar IYI PARTIyî, 186 hezar MHPyî, 29 hezar AKPYî û 8 hezar jî SPyî ne.

Namzedê Binali Yildirim 4.15 milyon deng wergiribû. Ji vana 3 milyon 483 hezar jê AKPyî, 483 hezar MHPyî, 38 hezar IYI PARTIyî, 11 hezar CHPyî, 10 hezar SPyî, 4 hezar jê jî HDPyî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin