Teqîneke mezin li Bexdayê çêbû

Teqîneke mezin li Bexdayê çêbû

PeyamaKurd -  Li Iraqê teqîneke mezin li devera Kerade ya bajarê Bexdayê çêbû.

Li gor zanyariyan, teqîn bi rêya bombeyeke vedayî pêk hat û kompaniyeke ewlehiyê kiriye armanc.

Kompaniya ewlehiyê ku bûye armanca bombeya vedayî, peymana wê bi hêzên Amerîkî re heye.

Heta niha li ser ziyanên madî û giyanî, ji aliyên pêwendîdar ve ti zanyarî nehatine eşkerekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin