PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li sînorê bajarê Baqube li navenda parêzgeha Diyale, 2 karkerên ku berî 3 rojan revandibûn, kuştin.
Li gor Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyale Nîhad Mihemed daye zanîn: ‘‘Îro roja Sêşemê 23. 03. 2021ê termê 2 karkerên DAIŞê ew revandibûn li Baqûbeyê hat dîtin.’’
Nîhad Mihemed destnîşan kir, ew her du karker beriya niha 3 rojan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û li ser bedena wan cihên gulleyan heye û DAIŞê bi gulleyan ew kuştine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin