Teskîlata Hevkariya Îslamî, bertek nîsanî Îsraîlê da!

Teskîlata Hevkariya Îslamî, bertek nîsanî Îsraîlê da!

PeyamaKurd- Teşkîlata Hevkariya Îslamî (OIC), bertek nîşanî serdegirtina Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir a li ser Mescida Eqsayê da.

Di daxuyaniya nivîskî ya OICyê de hat ragihandin ku êrîşa Ben Gvir di çarçoveya hewildana Îsraîlê ya ji bo guhertina statuya dîrokî û yasayî ya Mescîda Eqsayê ye.

Hat destnîşankirin ku OIC êrîşa Wezîrê Îsraîlî ya li ser Haram-î Şerîf wekî provokasyoneke li dijî hestên Mislimanan û binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) dibîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta Îsraîlê bi tevahî ji encamên binpêkirinên bi vî rengî yên ku li Qudsa Rojhilat a dagirkirî berdewam dikin berpirsyar e.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir, di saetên vê sibehê de di bin cerdevanên xwe yên taybet û di bin parastina tund a hêzên Îsraîlê de derbasî Haram-î-Şerîf bû.

Ben-Gvir, di 3yê Çileyê de derbasî Mescida Eqsayê bûbû û bi rojan piştî dest bi wezîfeyê kir û bi vê kiryarê 5 sal şûnde bû yekemîn Wezîrê Îsraîlî yê li ser erkê xwe û derbasî Mescida Eqsayê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin