PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus di mijara ku senatoya Amerîkayê sala 1915an weka komkujiya Ermenan qebûl kiribû, got ku fikra rêvebiriya Amerîkayê ya di vê mijarê de neguhiye. Ortagus bo mijara komkujiya Ermeniyan weha got:
“Tewrê rêvebiriya Amerîkayê ya bo bûyera 1915an neguheriye. Fikra me ya di vê mijarê de weka ku serok Turmp di meha nîsana borî de gotibû, her wisaye û zelal e.”
Serokê Amerîkayê Trump bo mijara 1915an gotibû ku “Felaketa Mezin” e. Lê gotina komkujiyê ji devê wî derneketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin