Xwusk û bira xwestin bi sîlih xwe bikujin

Xwusk û bira xwestin bi sîlih xwe bikujin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Farqînê li gundê Fêra keseke bi navê Mizgîn 16 roj berê xwekuştibû lê îro bira û xwuşkeka dinê yên Mizgîn di mala xwe de bi sîlihan birîndarkirî hatin dîtin.

Birayê Mizgîn, Muhamed derçûyê mamostetiya Îngîlîz bû û bi xwuşka wî ya bi navê Rengîn Şimşek re di mala wan de birîndar hatin dîtin. Her dû jî bi sîlihan hatine birîndarkirin. Bûyer îro ber destê êvarê çêbûye.

Xwuşk û bira birin nexweşxana Diyarbekirê ya perwerdê û lêkolînê ya Gazi Yaşargil û halê wan qet xweş nîne. Li gor lêkolîna heya niha dibe ku xwuşk û bira hewla kuştina xwe kiribin.

Niha jiyana xwuşk û bira di talûkê de ye. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike û li gund jî tîmên cendirmeyan tedbîrên ewlehiyê sitendine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin