PeyamaKurd – Li kampa Çem Mişko ya qeza Zaxo ji ber şorta elektrîkê agir bi konên koçberan ket û di encamê de 12 kon bi tevahî şewitîn.
Li gor rêveberê kampa Çem Mişko ya qeza Zaxo Mamun Yehya destnîşan kiriye: ‘’Îro 02.01.2021ê agir bi 12 konên koçberên Şengalê û hemû tiştên wan û pêdiviyên wan ên nav konan de bi tevahî şewitîn, lê tu ziyaneke canî çênebûye. Tenê ziyanên madî çêbûne. Niha lijneyek pêkhatiye bo destnîşankirina ziyanên giheştiye koçberan, ku bên qerebûkirin. Dê bi alîkariya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ve, careke din bo wan kon û pêwîstiyên wan ên şewitîne bên dabînkirin.’’
Mamun Yehya eşkere kir: ‘’Ev yekem bûyera şewatê ya sala 2021ê de li kampa Çem Mişko pêk hat û 12 konên koçberan şewitîn. Kon bixwe jî wek gazêye dema agir berdibê metirsiyê li ser jiyana koçberan çêdike, lewra em dixwazin baştir alîkariya kampan bên kirin, bo kontrolkirina bûyerên agirberbûnê.’’
Li kampa Çem Mişko 5 hezar kon hatine danîn bo hewandina 4 hezar û 400 malbatên koçberan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin