PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku dê FBI lêkolînê li ser êrîşa Minbicê ku 2 ji wan leşker û 2 hemwelatiyên Amerîkî jî can dabûn.
Li gor ragihandina SOHRê ku dispêre çavkaniyên herêmî, polîsên Buroya Lêkolînên Federal (FBI) doh 17ê Çileyê çûn Minbicê û lêkolîn li cihê bûyerê û restorana teqîn lê çêbûbû dane destpêkirin.
FBIyê sala 1986an ji bo bûyerên terorkirina hemwelatiyên Amerîkî ji kongreyê destûra lêkolînê wergirtiye.
Êrîşa Minbicê li dema dewriyeya leşkerên Amerîkî pêk hatibû û rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiyariya wê li xwe girtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin