TIR û minibus li hev ketin: 7 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

TIR û minibus li hev ketin: 7 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya yê Tirkiyê minibusa ku karkerên demsale hildigirt û miksera betonê li hev ketin û di encamê de 7 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Minibusa ku Adil Özkan dajot û miksera ku Gürkan G. dajot bi serî li hev ketin. Li ser qezayê tîmên AFADê, tenduristiyê, Îtfaiya navça Bucakê û ya bajarê mezin ya Antalyayê çûn ciyê qezayê.

Di encxama xebatê de 7 kesên ku di minibusê de cesedên wan asê mabûn derxistin. Navên wan Adil Özkan, Gülsüm Özkan, Zeynep İnaz, Hayrunisa Karaca, Elmas Yüce, Cemile Çakır û Yeter Gümüş e. Birîndar jî Esin K., Zülgariye Ö. û Gürkan G. ne. Birîndaran birin nexweşxanan ji bo dermankirinê.