Tirkiyê bi qasî 23 kîlometreyan sînorê basûr dagir kiriye

Tirkiyê bi qasî 23 kîlometreyan sînorê basûr dagir kiriye

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyeyê li Xakûrka Başûrê Kurdistanê bi PKKê re şer kir û li Armûş, Avaşîn Basyan û Kanî Reşê baregeh ava kirin.

Li gor agahiyên Sererkaniya Tirkiyê Artêşa Tirkiyeyê piştî şerê li dijî PKKê bi qasî 23 kîlometreyan ket sînorê başûr û li herêmê hin rêyên nû vekirin û baregehên ku hatibûn avakirin gihandin hevdu.

Fermandarê Girê Sera Batînê Serdar Ziyaettîn Atak daxuyanî da medyaya Tirkan û got ku cihê niha ew lê ne bi qasî 2 hezar û 550 metre ji behrê bilind e.

Atak got ev der ciyekî stratejîk û wiha axivî:

"Herêma Girê Sera Batînê ji 17yê îlonê di sala 2017an vir va ji terorîstan hatiye paqijkirin û di destê me de ye. Di vê operasyonê de 4 esker û gundparêzekî me şehîd ketin. Di operasyonê de me 28 terorîst jî berteref kirin. Me bo hatinçûna baregehê rêyeke qasî 12,5 kîlometre vekir. Şev û roj bi bircên raçavkirinê em herêmê kontrol dikin. Em wekî Tugaya Hidûd ya 34emîn bona parastina axa welêt û gelê xwe amade ne û li ser wezîfeya xwe ne. Bila gelê me rehet be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin