Tirkiyê daxwaza Siûdî li ser Qeterê red kir!

Tirkiyê daxwaza Siûdî li ser Qeterê red kir!

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ragihand, ku daxwaza Erebistana Siûdiyê bo girtina baregeha xwe ya leşkerî li Qeterê red dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ya bi du rojnameyan El-Weten û Qeter Trîbûnê de, wek bertek li hember daxwaza Erebistana Siûdiyê û welatên  hevpeymanê wê ku ji Tirkiyê bo girtina  baregeha xwe ya leşkerî ya  li Qeterê, destnîşan kir ku eva daxwazeke nerastbînane ye û Enqere wê red dike.

Çavuşoglu derbarê peymana Enqere û Dûhayê de wiha got: Li gor  rêkevtina  hevkariya eskerî û berevaniyê ya Enqere-Dûhayê ku li sala 2014an  û  beriya destpêbûna pirsgirêkan li kendava Farsê li sala 2017an  hatibû îmzakirin, hêzên Artêşa Tirkiyê li Qeterê bi cih bûn loma tu peywendiyek di navbera bicihbûna  eskerên Tirkiyê bi pirgirêkên  niha li kendava Farsê tune.

Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê ji 5ê Hezîrana 2017an û vir ve peywendiyên xwe bi Qeterê re qut kirin û ev welat bi piştgiriya terorîzmê tawanbar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin