PeyamaKurd- Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, di bernameyeke televîzyonê de li ser hegera operasyona bejahî ya li dijî Rojava axivî. Kalin diyar kir ku dibe a niha jî operasyon were kirin.
Berdevkê Serokomariyê, di bernameya ku tevlîbû de bal kişand ser operasyonên asîmanî yên ku li dijî hin herêmên Rojava dane destpêkirin û li ser hegera operasyona bejahî jî wiha got:
“Tirkiye, li hember gefên li dijî xwe, her dem hazir û nazir e û operasyon jî serdem bi serdem dewam dikin. Ji niha û pê ve jî dema gefên bi vî rengî bûn mijara gotinê, dem, bingeh, mekan û şêwaza dorhêla van operasyonan, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên diyarkirin û di serî de di çarçoveya pêşhatên me re tên derbaskirin.
Helbet daxuyaniyeke me ya ku ev dê îro bibin yan sibê bibin, tuneye. Divê ev were zanîn ku di hegera ku ev gef werin asteke diyarkirî, çi hewce bike, dê Tirkiye wê bike.”
Kalin, bal kişand ser dema operasyona bejahî ya li dijî Rojava û bêyî ku dîrokek diyar bike got,
“Sibê, yan hefteya pêş yan jî dibe ku a niha bibe. Dibe ku di şêwazeke cuda de operasyon werin kirin. Dibe ku a niha jî ev operasyon werin kirin. Heta îro çawa hatibû kirin, ji îro û pê ve jî dê wisa bi berdewamî werin kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin