PeyamaKurd- Tirkiye bi hukumeta Lîbyayê re ya ku di Neteweyên Hevgirtî de rewa tê qebûlkirin, momerandûmekî bi serokê Lîbyayê re îmze kir ku bernama Yûnanistanê û gelek dewletên cîranên Derya Sipî û Awrûpayê şaş kir. Lîbya Muammer Qadafî di dema sala 1974an de ku Tirkiye ket Kibrisê alîkariyê dabû Tirkiye û amadekarina benzîna balafirên şer û tevî balafirgehên xwe xistibû xizmeta Tirkiyê.
Leşkerên Rûsyayê yên bi pere, niha Trablûsê dorpêç kirine. General Hafter jî li dijî hukumeta rewa şer dike. Momerandûma Tirkiyê bû sedema ku ku parekî ji Derya Sipî bibe seha lêgerîna petrol û xazê ku tê de bixebite. Piştî vê tabloyê, serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan peyama xwe roja êvara duşemê weha ragihand:
“Hukumeta Lîbyayê ya ku ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de rewa têqebûlkirin, eger destekê ji Tirkiyê bixwaze, Tirkiye dikare leşkeran bişîne Lîbyayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin