Dibeybe li ser peymana destûra deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê daxuyanî da

Dibeybe li ser peymana destûra deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê daxuyanî da

PeyamaKurd Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dibeybe diyar kir ku peymana destûra deryayî ya di navbera Tirkiye û welatê wî de mafên deryayî û aborî yên Lîbyayê yên li Deryaya Sipî garantî dike.

Ebdulhemîd Dîbeybe di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Hades a Erebistana Siûdî, derbarê rêkeftina destûra deryayî ya di navbera Tirkiye û Lîbyayê de û biryara ku Misirê ragihandibû ku sînorê deryayî yê bi Lîbyayê re yekalî diyar kiriye, nirxandin kirin.

Piştî ku pêşkêşvan diyar kir ku di navbera endamên Foruma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Sipî û Tirkiyeyê de li ser peymana destûra deryayî ya di navbera Tirkiye û Lîbyayê de nakokî derketiye û ev peyman li dadgehê hat îtirazkirin, Dibeybe da zanîn, "Peymana bi Tirkiyeyê re mafên deryayî û aborî yên Lîbyayê yên li Derya Spî garantî dike."

Dibebeybe diyar kir, welatê wî bi peymana bi Tirkiyeyê re mafê xwe yê aborî wergirtiye û got, "Lîbyayê bi vê peymanê mafê xwe yê aborî wergirt. Ev mafê Lîbyayê ye. Kes û dewletek din nikare dest deyne ser wê. Em hêvî dikin koordînasyoneke giştî pêk were û em dixwazin hemû welat li hev bikin."

Em pêngava Misirê red dikin

Dîbeybe bal kişand, wan biryara Misirê ya sînorên deryayî yên bi Lîbyayê re destnîşan kirine red kirin û wiha got: "Ne mimkûn e ku sînorên deryayî û peymanên parzemînê yekalî bin. Em vê pêngava Misrê bi tevahî red dikin."

Dibeybe da zanîn, ji bo lihevkirinek bi avakirina komîsyonek ji bo diyarkirina sînorên deryayî yên di navbera Misir û Lîbyayê de pêk were û got: "Em ji birayên xwe yên Misirî daxwaz dikin ku komîsyoneke dualî ava bikin û li hev bikin. Ger lihevkirin çênebe." Neteweyên Yekbûyî heye, dadgeh heye, hiqûq heye. Kes nikare bi tena serê xwe biryarê bide."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin